Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Koreya Bakur Mijareke Pêşeng ya Lezgîn e


Ned Price, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîka

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje bernameyên çekên navokî û mûşekên balîstîk yên Koreya Bakur jibo wan mijareke pêşeng ya lezgîn e û Washington bo bêçekkirina welat ji çekên navokî biryardar e.

Berdevkê wezaretê Ned Price di preskonferansa asayî de li ser peywendîyên Amerîka û Koreya Bakur axifî.

Ned Price dîyar kir ku pêdivî ye ku nebûna têkîlîya rêvebirîya Biden bi Koreya Bakur re ya rasterast wek nîşaneke ku kêşeya çekên ya wî welatî ne pêşeng û girîng e, neyê dîtin.

"Bi rastî pir girîng e," Price got.

Price ragihand ku Koreya Bakur di van salên dawîn de xebatên pêşxistina bernameyên xwe yên navokî û mûşekî domand ku vê yekê jibo Amerîka mijareke pêşeng û lezgîn dike.

Wî got ku ew biryardarin ku pirsgirêkê bi hevalbend û hevparên xwe re re çareser bikin.

" Bingeha navendî ev e ku em jibo bêçekkirina Koreya Bakur ji çekên navokî ser soza xwe bimînin," Price got.

Price balkişand ku nebûna pêywendîya rasterast heya îro gavek wan bûye ku bi armanca nêzîkatîyek hevrêz ew piştrast bikin ku wan xebata dîplomatîkî kirîye ew bi hevkar û hevalbendên xwe re di têkilîyên nêzîk de ne.

Rêvebirîya Joe Biden, ku meha borî dest bi kar kir, dibêje ku ew bi şêwirmendîya digel hevalbendan xwe yên mîna Koreya Başûr û Japonya, tevahîya sîyaseta Koreya Bakur jinûve dinirxîne.

Serokê berê Donald Trump bi serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re peywendîyeke taybet ava kiribû.

Lê, nekaribû Pyongyang îqna bike ku dev ji çekên navokî berde.




XS
SM
MD
LG