Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 1 Mîlyonî Dibe


Reutersê îro Sêşemê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona li Amerîka di 18 rojan da du car zêde bû û giheşte nêzîkî mîlyonekê.

Bi wî awayî, yek ji sê tûşbûyîyên hemî cîhanê li Amerîka pêk tên û pirtir ji 56,000 Amerîkî bi nexweşîya giran ya bêhntengîyê COVID-19 mirine.

Nexweşî ji vîrusê çêdibe û ji mirovan derbaz dibe û di wê mehê da li Amerîka rojane 2,000 kes mirine.

Bawerî heye ku hejmara rastîn ya pêketîyan bilindtir e jiber ku karbidestên saxlemîya giştî yên fermî hişyar dikin ku kêmahîyên karmendên perwerdekirî û yên materyalan karînên testkirinê sînordar kiriye.

Nêzîkî 30% pêketîyan li eyelata New Yorkê çêbûne ku ew bûye hêlîna nexweşîyê li Amerîka û dû re New Jersey, Massachusetts, California û Pennsylvania tên.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona, piştî ku dawîya sala borî nexweşî li Çînê destpê kir, niha li seranserê cîhanê giheşte 3 mîlyonan.

Hejmara pêketîyên nexweşîyê li Amerîka, ku li cîhanê xwedî nîfûsa sêyan e, pênç caran ji Îtalya, Îspanya û Fransayê pirtir e.

Ji 20 welatên herî zêde karîgerî lê hatiye kirin, Amerîka li gor serê mirovan di rêza pêncan de ye û li Amerîka serê her deh hezar kesan nêzîkî 30 pêketî hene.

Li Îspanya serê her deh hezar kesan 48 pêketî hene û ew di rêza yeke de ye û dû wê re Belçîka, Îswîçre û Îtalya rêz dibin.

Hejmara mirîyên Amerîkî ji vîrusa korona li cîhanê ya herî bilind e û ji hejmara Amerîkîyên ku di Şerê Koreyê da hatine kuştin -36,516'an derbaz dibe.

Tevahîya mirinên ji vîrusa korona li Amerîka pîçek di bin 58,220'an da ye ku Amerîkî hatibûn kuştin di Şerê Vîetnamê da yê di sala 1975'an da bi dawî bûyî.

Vîrusa koronayê li Amerîkayê pirtir kes kuştine ji persîya demsalî di wan salên dawîyê de, ji bilî demsala 2017-2018'an, li gor Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC).

Mirinên ji persîyê di demsala 2011-2012an da 12,000 kes bûn û di demsala 2017-2018'an da jî 61,000 kes bûn

Mirinên ji vîrusa korona li Amerîka gelek ji mirinên persîya Îspanî kêmtir in ku di sala 1918'an da destpêkiribû û 675,000 Amerîkî kuştibûn, li gor CDCyê.

Fermanên nedîtî yên mayîna li malê ku hewildanek bû jibo kontrolkirina belavbûna vîrusê, aborî têk bir û hejmara Amerîkîyên ji alîkarîya bêkarîyê digerin di pênc hefteyên dawî da heta 26.5 mîlyonan bilind bûye.

Nêzîkî deh û danzdeh eyelatan dest bi sistkirina bergiritîyên mayîna li male kiriye herçend pisporên tendirustîyê hişyarî didin ku bizavên pêşwext dikare bibe sedema pêleke nû ya tûşbûnê.

Li gor lêpirsîna Reuters û Ipsos ku di wê mehê da hate kirin, piranîya Amerîkîyan, tevî bandora wê li ser aborîyê hebe jî, ji her du partîyan dixwazin ku xwe li cîhekî ewle ji vîrusa koronayê biparêzin.

XS
SM
MD
LG