Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hêvî dike ku Peymanên Abraham dê Alîkarîya Çareserîya Şêrê Îsraîl Û Filistînê Bike


Alên Amerîka, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl

Ajansa Reutersê ji zarê karbidestêkî payebilind yê wezareta karên derve yê Amerîka roja Sêşemê ragihand ku Amerîka dixebite ku peymanên normalkirina peywendîyên di navbera Îsraîl û welatên Ereb de, berfireh bike.

Hevdem, wî got ku Amerîka hêvî dike ku jinûve afirandina van pêwendîyan jibo çareserîya şerê Îsraîlê û Filistînê de, were bikar anîn.

"Em pêşwazîya hevkarîya aborî ya di navbera Îsraîlê û hemû welatên herêmê de, dikin. Em hêvî dikin ku normalkirina pêywendîyan jibo pêşketina çareserîya pirsgirêka Îsraîlê û Filistînî bi feyde bin, " heman karbidestî got.

Karbidestan Amerîkî dubare kir ku Peymanên Abraham ne wek şûna çareserîya du-dewletî ya pirsgirêka di navbera Îsraîlê û Filistînê de ye.

Wan ev daxuyanîyana di preskonferanseke berîya ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Çarşemê bi hevtayên xwe yên Îsraîlê û Îmaratan re bicive, ragihandin.

Blinken wê roja Çarşemê wê li Washington pêşî bi wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid û piştre bi yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Abdullah Bin Zayed El Nahyan re, cûda cûda bicive.

Piştre ewê civîneke sê alî bi wan herdûyan re bike, ku civineke cara yekê ya bi vî rengî be.

XS
SM
MD
LG