Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka di 8'ê Mijdarê de, Qedexeyên Rêwîtîya Navneteweyî yên Jiber COVID-19 Radike


Dîmeneke ji Termînala navneteweyî ya Balafirgeha Los Angeles ya Amerîka (Arşîv)

Qesra Sipî îro Înêyê dîyar kir ku ji 8'ê Mijdarê de, Amerîka dê qedexeyên rêwîtîyê yên jiber COVID-19 bo hemwelatîyên biyanî yên ku bi temamî hatine vaksînkirin, rabike.

Berdevikê Qesra Sipî Kevin Munoz li ser Twitterê roja destpêkirina rêgezên nû yên rêwîtîya hindurê Amerîka û derveyî welêt, ragihand.

Kevin Munoz destnîşan kir ku siyaseta ser pandemîya vîrusa korona li gor saxlemîya giştî tê destnîşan kirin, û her wiha bi zelalî, tundî, domdarî û bi pîvan, tê rêve birin.

Ji 8'ê Mijdarê vir ve, Amerîka dê rêwîyên esmanî yên biyanî yên ji 26 welatên Schengen yên Ewrupa yên ku bi temamî vaksînkirîne, qebûl bike; tevî Fransa, Almanya, Îtalya, Îspanya, Swîsre û Yunanistan.

Hevdem, qedexeyên ser Brîtanya, Îrlanda, Çîn, Hindistan, Afrîkaya Başûr, Îran û Brezîlya jî hatin rakirin.

Li gor pîvanên nû yên Amerîka pêwîst nake ku mêvanên biyanî yan Amerîkîyên ku dikevin welê, bikevin karantînayê.

Amerîkîyên ku diçin derveyî welat divê hîn jî belgeya testa neyînî ya COVID-19 nîşan bidin,

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka plan dike ku di demeke nêz de jibo şopandina tekilîya bi vîrusê di rêwîyên esmanî yên navneteweyî, pîvan û rêgezên nû dîyarbike.

XS
SM
MD
LG