Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 596 Mîlyon Dolar Weke Alîkarî Bo Krîza Sûriyê Radigihîne


Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Sêşemê dîyar kir ku jibo alîkarîya krîza li Sûrîyê ewê Amerîka zêdetirî 596 mîlyon $ alîkarîya mirovahî ya nû bide.

Blinken da zanîn ku, alîkarî jibo gelek ji 13.4 mîlyon welatîyên Sûrî yên li hindurê Sûriyê, û hevdem bo 5.6 mîlyon penaberên Sûrî yên li Tirkîyê, Lubnan, Urdun, Îraq û Misirê ne, hatiye damezrandin.

Blinken da zanîn kî Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY), Linda Thomas-Greenfield, di konferansa navneteweyî ya bo piştgirîkirina Sûrîyê de ev alîkarîya nû ragihandîye.

Balyoz Thomas-Greenfield bang li civaka navneteweyî kir da ku tevî alîkarîya mirovahî jibo gihîştina bê asteng ya bo tevahîya Sûrîyan destûr were dayîn.

Konseya Ewlekarîyê ya NY di Rêbendana 2020' an de destûr da ku kiryarên alîkarîyê ya ji ser sînor ya bi dirêjîya şeş salan ji du heremên li Tirkîyê berdewam bike, lê jiber dijberîya Rusya û Çîn xalên derbazbûnê yên li Iraq û Urdun hatin betal kirin.

Blinken got ku ji nû ve destûrdayîn û berfirehkirina peywira ser-sînor di Tîrmehê de pêşanîyek Amerîkayê ye Blinken got "Gelê Sûrî bi hovîtiyên bêhejmar re rûbirû mane, di nav de rêjîma Esed û êrişên esmanî yên Rûsî, wendakirinên bi zorê, hovîtiya DAIŞ'ê û êrişên çekên kîmyayî hene".

Blinken bi berdewamî wiha got "Herwiha, gendelîya sîstemê û çewt rêvebirîya aborî ya di destê rejîma Esed de qeyrana mirovî ya xirab girantir kir, ya ku jiber pirsgirêkên pandemîya COVID-19 pirtir dijwartir bû."

XS
SM
MD
LG