Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştî Peymana Vekişînê, Dijî Talîbanê Êrîşa Esmanî Pêk Anî


Leşkerîya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku firokên Amerîkî êrîşên esmanî li dijî çekdarên Talîbanê pêk anîn.

Berdevikê hêzên Amerîkî li Afganistanê Kolonel Sonny Leggett ji ser Twitterê got ku hêzên wan li istana Helmand êrîş birin ser çekdarên Talîbanê.

“Piştî peymana vekişînê ya roja Yekşemê, cara yekê ye ku êrîşeke wî rengî pêk hat jiber ku çekdarên Talîbanê li xaleke ewlehîyê êrîşî hêzên hikûmeta Afganî dikirin,” Sonny got.

Wî dîyar kir ku Washington bi peymanê pêgir e, lê dema pêdivî bû ewê bi berdewamî hêzên Afganî biparêze.

Talîbanê heta niha ser êrîşên esmanî yên Amerîkî ti daxuyanî nedaye û ne pişrast kiriye ne jî red kiriye ku çekdarên wê êrîş birine ser hêzên hikûmeta Afganî.

XS
SM
MD
LG