Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mnuchin:Paketeke Nû ya Alîkarîya Diravî bo Korona Nêzîk E


Steven Mnuchin

Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin ragihand ku piştî ku Serok Donald Trump û çend karbidestên bilind berî dawîbûna paketa alîkarîya bi 1 trîlyonî hevdîtin pêk anîne û piştevanîya Qesira Sipî misoger bûye.

Komarî amadekarîyan dikin da ku roja Duşemê pakêtêkê alîkarîya COVID-19 ya din pêşkeş bikin,

Mnuchin ji rojnamevanên re got ku jibo Trump pêşîtî dirêjkirina alîkarîya bekarîyê - lê kêmkirina bi rengekî berbiçav – bûye.

Wezîr alîkarîya heftane ya bi 600 dolaran wek henek, qeşmerî û astengîyekê li ber mirovan ku vegerin karê xwe, bi nav kir. Wî herwiha soz da ku piştvanîyek nû ya bi 1200 dolarî da ku jî Tebaxê dê were şandin.

Mnuchin piştî ku ew û Berpirsê Karmend û Karûberên Qesira Sipî Mark Meadows, bi karmendên partîya Komarî re civîn, got ku ew amade ne ku bi lezgînî tevbigerin û serok dê bêguman piştgirî bide pakêta Komarîyan.

Daxuyanîya hevîdar ya Mnuchin berî ku Demokrat li ser vê pêşniyara nûvekirî, li ber raya giştî nirxandinan bikin, pêk hat.Wezîr dazanîn ku wî di demêkê nêz de, bêrê destpêkirina danûstandinên li ser peymana berfirehyên hefteya pêş, bi telefonê Serokê Civata Nûneran Nancy Pelosi û Serokê Kêmanîya Demokrat ya Civata Senatoran Chuck Schume re axifîye.

Piştî pîlanên danasîna qanûna rizgarkirina ji vîrusê ya bi 1 trîlyonî jiber pevçûnên navxweyî ya di nava partîya Komarî yên li ser mezinahî, çerçova û hûrguliyên qanûnê, roja Pêncşemê hilweşiya; Qesra Spî û Komarî yên li Senatoyê, hewldidan ku jinûve bicivin.

Dema Komarîyan têkoşîn dikirin, tîma Qesra Spî bi rengekî berbiçav girîngî nedan cudahî û nerazîbûnên bi senatorên Komarî re, got ku Trump li ser peydakirina alîkarîyê disekinê.

"Serok pir zelal e. Ew dixwaze piştrast bike ku gelê Amerîkî di vê dema ku nayê pêşbînkirin de, tiştên ku hewce ne bigirên, ne tenê piştrastkirina diravî, lê yên bernameyan jî,” Meadows got.

Bidawîbûna alîkarîya heftane ya 600 Dolarî bêkarîyê, zor dida ser Komarîyan ku tevbigerin. Demokratan beriya du mehan pîlana Pelosi ya bi 3 trîlyon dolarî ji xwe pejirandi bûn.

Lê tevî ku bi mîlyonan Amerîkî bi qutbûna alîkariyê ku roja Şemiyê destpêkir, ew li rêkên çareserîya têkçûyîna digeryan.

XS
SM
MD
LG