Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Pirtir ji 500 Hezar Dozên Vaksîna COVID-19 Dişîne Îraqê


Vaksîna Pfizer/BioNTech ya COVID-19

Karbidestekî Qesra Sipî îro Pêncşemê dîyar kir ku hikûmeta Amerîkî wê zêdeyî 500.000 dozên vaksînên COVID-19 bişîne Îraqê û ewê roja Şemîyê bigehijin wî welatî.

Heman karbidest da zanîn ku Amerîka, di çarçevoya bernameya cîhanî ya parvekirina vaksînê COVAX de, wê 503.100 dozên vaksîna Pfizer/BioNTech ya COVID-19 bide Îraqê.

Serokê Amerîka Joe Biden planên revebirîya xwe yên bo bexşandina vaksînên COVID-19, cara yekê di hevdîtina bi Serokwezîrê Îraqê Mustafa El-Kazimî de dîyar kiribû.

Washingtonê hefteya borî ragihandibû ku wê li seranserê cîhanê re pirtir ji 110 mîlyon vaksîn bexşandine û jibo bernameya COVAX herwiha 2 mîlyar dolar dirav jî hatiye bexşandin.

Hevdem, hikûmeta Amerîkî gotibû ku ewê 500 mîlyon vaksînên Pfizer-BioNTech bikire da ku li welatên Yekîtîya Afrîqa û 92 welatên xizan belav bike.

XS
SM
MD
LG