Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran Pêşnîyara Pêşîgirtina Kîndarîya Dijî Amerîkîyên Asyayî Pejirand


Civata Senatoran îro Pêncşemê bernivîsek derbaz kir ku pêşî li êrîşên kîndarî yên dijî Amerîkîyên Asyayî û ji Amerîkîyên ji Giravên Pasîfîkî bigire.

Di demên dawîyê de êrîşên nefretî yên dijî wan Amerîkîyên bi eslê xwe Asyayî zêde bûne û bangên ji Kongresê re zêde dibûn ku têkeve nav çalakîyê.

Ger bernivîs bibe qanûn, hîngê pêdaçûnên li ser tawanên kêndarî dê werin kirin û piştgirî ji polîsên xwecîhî re were dayîn ku serelêdanên girêdayî êrîşên kîndarî yên sala borî çareser bikin.

Bernivîsa pêşîgirtina kêndarîyê di Civata Senatoran de 94 dengan beramber 1 deng hate pejirandin.

Li ber e Civata Nûneran jî di hefteyên pêş de dengdane li ser bernivîseke heman rengî bike.

XS
SM
MD
LG