Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Kanada, Brîtanya Û YE Hikûmeta Belarûs Hişyar Dike


serokê hikûmeta Belarûs Alexander Lukashenko
serokê hikûmeta Belarûs Alexander Lukashenko

Amerîka, Kanada, Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê bi daxuyanîyeke hevbeş, bang li hikûmeta Belarûs kirin 'da ku dawî li kiryarên xweyên zordarî yên li dijî gelê xwe bîne'

Hevdem, wan ji serokê hikûmeta Belarûs Alexander Lukashenko daxwaz kirin ku bo lêkolînên navneteweyî yên 'di derbarê bûyerên 23'ê Gulanê de' hevkarîyê bike.

Hejayê bîr xistinê ye kuaAlozîyên di navbera Belarûs û welatên Rojavayî meha borî jinûve zêde bû, bi taybet dema ku 23'ê Gulanê de ku Minskê bi zorê balafairgeha Ryanair daxist û rojnamevanekî rexnegir Roman Pratasevich desteser kir.

Ev gava Belarûsê ji hêla hêzên rojavayî ve wek kiryareke "korsanîya dewletê" hate binav kirin.

Lukashenko rexneya Rojavayî ya li ser bûyerê red kir, û welatên Rojavayî tawanbar kir ku li dijî wî 'şerê taybetî' dimeşînin.

XS
SM
MD
LG