Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Mirinên jiber Korona ji 200 Hezarî Derbaz Kir


Li Amerîka dîmeneke ji dema vîrusa korona(Arşîv)
Li Amerîka dîmeneke ji dema vîrusa korona(Arşîv)

Li Amerîka îro Duşemê hejmera giştî ya kuştinên jiber belavbûna vîrusa korona ji 200.000 kesan derbaz bû, ku ev rêjaya herî bilindtirê cîhanê ye.

Ajansa Reutersê ragihand ku li Amerîka bi rêjeya heftane, niha her yek roj nezî 800 pekêtîyên vîrusê, jîyanên xwe hinda dikin.

Ev ji hejmera heri bilind ya 2.806 kuştinên rojane ku di 15'ê Îlonê de hatibû tomar kirin, kêmtir e.

Di mehên pêşîn yên destpêka peyvajoya pandemîyê de, pisporên Amerîkî pêşbînî dikirin ku vîrusa korona dê heya 200.000 Amerîkîyan bikuje.

"Nêrîna mirinan 200.000 kesan bi rastî pir metirsîdar e û ji hin xalan ve alîyan ve balkêş e," Dr. Anthony Fauci, pisporê sereke yê nexweşîyên enfeksîyonê yê Amerîka ji CNN re got.

Dr. Anthony Fauci bal kişand ku jiber bilindbûna rêjeya peketinên vîrusa korona Amerîka wê di mehên sar de, rûbirûyê rewşeke dijwartir bimîne.

Herwiha, wî ragihand ku ew di derbarê heremên welat ku pîvanên saxlemîya gel nayê bicîh kirin, xembar û bi fikar e.

Enstîtuya Saxlemîyê ya Zanîngeha Washington pêşbînî dike ku hejmara giştî ya kuştinên ji korona di meha di Berfanbarê de dora 3.000 mirinên rojane be û heta dawîya 2020'an wê 378.000 kes wê ji wê vîrusê bimirin.

Li gor pêzanînên avendên Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) pirtir ji % 70 temenê kesên ku jîyanên xwe bi sedema vîrusa korona ji dest dane, ser 65 salî ne.

Eyaletên Teksas û Florida yên başûrê Amerîka, di du hefteyên borî de hejmarên herî bilin kuştinên yên li Amerîka tomar kirin. Eyaleta California van her du eyaletan ji nên ve sopand.

XS
SM
MD
LG