Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Rexneyên Giran li Hikûmeta Sûrî Dike


Stuart Jones, Cîgirê Wezîrê Derve yê ji Rojhilata Navîn berpirs, Stuart Jones

Rêvebirîya Trump îro Yekşemê hikûmeta Sûrî bi qirkirina bi hezaran zindanîyan û şewitandina termên wan li dervayê Şamê tawanbar kir.

Rêvebirîya Trump herwiha, li hember Îran û Rûsya jî rexneyên xwe tundtir kir.

Stuart Jones, Cîgirê Wezîrê Derve yê ji Rojhilata Navîn berpirs, îro di preskonferansekê de got ku hikûmeta Beşar Esad jibo şewitandina meytên kesên kuştî avahîyeke taybet bi kar tîne ku kuştinkarîya girseyî xuya nebe.

"Em bi kirayên hovane yên rejîma Sûrî matmayî mane û wiha xuya ye ku ew kiryar bi piştgirîya bê sînor yên Rûsya û Îranê têne kirin.”

Wezareta Derve ya Amerîka got ku bi bawerîya wê 50 zindanîyên li girtîgeha leşkerî ya Saydnaya têne darve kirin û termên wan lu cîhelî taybet têne şewitandin.

Tawankarîyên Washingtonê di vê demê de tên ku Serok Donald Trump lêgerîna bijareyên li Sûrîyê dike ku meha borî firokên Amerîkî li firîngeheke hikûmeta Sûrî xistibû.

XS
SM
MD
LG