Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tîrmehê de 25 Hezar Amerîkîyên Din bi Korona Ketine


Ajansa Reutersê ragihand ku li Amerîka nêzî 25,000 kesên din di meha Tîrmehê de ji vîrusa korona mirine û hejmara giştî ya mirinan jî ji 150 hezar borîye.

Hejmara bûyerên pêketinê, herî kêm li 18 eyaletên Amerîkî du qat bilindtir bûye û hêvîyên jinûve vekirina aborîyê gelek lawaztir bûye.

Li Amerîka di meha Tîrmehê de dora 1.8 mîlyon bûyerên nû yên pêketina korona hatine tomar kirin ku ew jî zêdebûneke % 66 e.

Reuters bi bîr tîne ku li gor tomarên wê li Amerîka hejmara giştî ya tûşbûnan 4.5 mîlyon e.

Zêdebûna pêketina korona herî zêde li Florida çêbûye ku 300,000 kes di Tîrmehê de tûşî korona bûne û her yek li California û Teksasê jî 250,000 bi korona ketine.

Li wan sê istanan hejmara pêketinan di Têrmehê de du car pirtir bûye.

Dîsa, li eyaletên Alabama, Alaska, Arizona, Georgia, Hawaii, Idaho, Mississippi, Missouri, Montana, Nevada, Oklahoma, Oregon, South Carolina, Tennessee û West Virginia jî hejmara pêketinan du qat bilind bûye.

XS
SM
MD
LG