Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Nûha Ew Ne ligel Sizayên Zêdetire li Dij Amerîka


Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Yekşemê di hevpeyvînekê de li gel kenalê Vesti TV de ragihand ku, ewê ji 1î Meha Îlonê dest bi derkirina 755 karmendên Dîplomasî yên Amerîkî bikin, Putin got, lê nûha ew naxwazin sizayên zêdetir li dij Amerîka biryar bidin.

Putin got "ji hezaran zêdetir karmendên Dîplomasî yên Amerîka li Rûsya hene, pêwîste 755 kes çalakiyên xwe yên Dîplomasî li Rûsya di meha Îlanê de bidawî bînin", weke Putin di hevpeyvîna xwe ya Vesti TV de dibêje.

Moskova roja Înê weke reaksiyona derbarê sizayên nûn yên Amerîka li dij Rûsya biryar da hejmara dîplomatên Amerîkî li Rûsya kêm bike.

Ev biryara Moskova wî çaxî hat dan, dema Kongiresê sizayên nû biser Rûsya de sepandin, jiber pêzanînên Îstîxbaratî yên dibîjin, Rûsya destê xwe xistiye nav encamên hilbijartinên serokatîya Amerîka yên sala 2016an, dema di berjewendiya Donald Trump de li hember serkeftina berbijêra Demokratan ya serokatîya Amerîka Hillary Clinton hewil didan.

XS
SM
MD
LG