Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro, Amerîka Cejna Netewî Ya Juneteenth Pîroz Dike


Pamela Junior, rêvebara Mûzexaneyên Du Mississippi
Pamela Junior, rêvebara Mûzexaneyên Du Mississippi

Juneteenth ku dihêt wateya 19ê Xizîranê betlaneya herî nû ya Amerîkayê ye. Di wê betlaneya herî nû da Amerîka azadkirina mirovên Reş yên kole di dawiya Şerê Navxweyî ya di sala 1865an da bibîr tîne.

Roberts, babê du zarokan ji Washington, DC, dibêje: "Juneteenth Roja Azadiya me ye û civakên Afrîkî-Amerîkî ye û ji demek dirêj ve em 19ê Xizîranê pîroz dikin".

Sala borî Kongresê destûr dabû û serokê Amerîkayê Joe Biden, wî jî Qanûna Roja Serxwebûna Netewî ya Juneteenth îmze kiribû.

Jesse Holland, nivîskar û dîroknasê Reş, dibêje: "Her çend 4ê Tîrmehê ji bo Amerîkayê cejna azadiyê ye, 19ê Xizîranê ku wekî Juneteenth dihêt zanîn ji bo Afrîkîyên-Amerîkî yên piştî Şerê Navxweyî cejna azadiyê ye."

XS
SM
MD
LG