Lînkên eksesibilîtî

Mattis li Dor Stratejiya Nû ya Şerê Afganistanê Bêdeng e


Jim Mattis

Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis îro yekşemê got ew raziye ji stratejiya nû ya rêveberiya Amerîka li dor şerê Afganistanê. Lê wî red kir biaxaive li dor vê stratejiyê berî ku serok Donald Trump wê ragihîmne.

Wî got şîrove û axaftinên roja Înê li Kam David bi awakî dusrist bûn.

Mattis, di dema geşta xwe ya ji Waşinton bo Emana paytexta Urdunê bi riya firokeke leşkerî, got:

“Ez gelekî piştrastim ku proseya stratejîk baş û guncaw e. “

Çend mehan berê, Trump rê da Mattis ku asta hêzên Amerîkî li Afganistanê kontrol bike, lê Mattis got wî hîn jimarên zêde neşandine. Ew dibêje ew li benda Trump e ku berê dest pê bike.

Mattis bal nekişand ser wê yekê ku general Joseph Votel, serkirdeyê komandariya navendî ya Amerîkî li Afganistanê, nehatibû vexwendin bo axaftinên Kam David. Votel got Mattis niwêneratiya nerînên wî dikir.

Mezinê komandarên Amerîkî li ser erdê li Afganistanê General John Nicholson, ew jî nehatibû vexwendin bo Kam David.

XS
SM
MD
LG