Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ragihandina Hikûmeta Talîbanê Dinirxîne


Çend rêberên Talîbanê.
Çend rêberên Talîbanê.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka ji Dengê Amerîka re ragihand ku Washington helwesta xwe zelal kiriye derbarê mafê gelê Afganî e xwedî hikûmeteke be ku nûnertîya her kesî bike.

Berdevkê Wezareta Derve da zanîn ku, “em dubare dibêjin, em çaverê dikin ku Talîban piştrast bike axa Afganistanê neyê bikaranîn bo dijatîya welatên din û rê bidin ku alîkarîya mirovî derbas bibe bo piştgirîya gelê Afganî. Cîhan ji nêzîkahî ve temaş dike.”

Talîban do Sêşemê hikûmeteke Îslamî ya demkî ragihand û got ku wê Melle Hesen Axund serkêşîya wê bike.

Ragihandina hikûmetê hat rojekê piştî ku Talîban eşkere kir ku çekdarên wê parêzgeha Panjshir ya bakurê welêt kontrol kiribû. Ew herêma devera herî dawî bû ku li hember desthilatdarîya Talîbanê di ber xwe de dida.

Di konferanseke rojnamevanî de li Kabula paytext, berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahid got ku kesên bo rêvebirina hikûmetê hatine destnîşankirin dê bi awayekî demkî kar bikin û ewê wezîrên din jî nêzîk werin danîn.

Tê bawer kirin ku Axund di salên xwe yên 60î de be. Ew ji parêzgeha Qendehar ya başûrê Afganistanê ye. Qendehar navneda damezrandina Talîbanê bû. Melle Axund serkêşîya civata rêveberîya Talîbanê dikir ku berpirs bû hember êrîşên wan dijî hêzên Amerîkî û yên hevalbendan di 20 salên şer de.

Mucahid got ku Melle Abdil Ganî Birader, serokê ofîsa sîyasî ya Talîbanê, dê wekî cîgirê serokwezîrê hikûmeta nû be. Sirajuddin Haqqani dê wezîrê navxweyî be. Emîr Xan Muttaqî dê bibe wezîrê derve, û Mihemed Yaqûb, kurê mele Omer, dameznêrê Talîbanê, dê bibe wezîrê berevanîyê.

Haqqanî serokê Tevneya Haqqanî ye ku ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê zanîn. Washington 10 milyon dolar danîye ser serê destnîşan Haqqanî ji ber rola wan di kuştina leşkerên Amerîkî û yên koaliysonê li Afganistanê.

Hîbetullah Axundzada, rêberê Talîban ku xwe dîyar nake, dê bibe “emîrê giştî” yê “Mîrgeha Îslamî ya Afganistanê,” li gorî ku Ahmedullah Wasiq, ji wezareta ragihandinê ya Talîbanê.

Serokê Amerîkî Joe Biden roja Duşemê di bersiva pirsekê derbarê pênasîna Washington bi hikûmeta Talîbanê de got: “Na, ew tiştekî dûr e.”

Do Sêşemê, berdevka Qesra Spî Jen Psaki got Amerîka welatên din temaşe dikin ka ewê Talîban rê bide hemwelatîyên Amerîkî û yên welatên din ku ji Afganistanê derkevin.

Psaki got, “li ser Talîbanê dimîne ku ewê çi gavan bavêje. Gelo ewê rê bidin xelkê ku dixwazin ji Afganistanê derkevin. Gelo ewê çawa danûstandinê ligel jin û keçan li seranserî welêt bikin.”

Amerîka û civaka navnetewî bi giştî bang li Talîbanê kirine ku rêzê li mafên mirov bigire, peywendîyên xwe ligel terorîstên el Qayde qut bike û nûnertîyê bide hemû netewên Afganistanê, eger ew bixwaze bimîne beşek ji civaka navnetewî.

XS
SM
MD
LG