Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî Berevaniyê Ji Serok Trump Dikin


Tîmê qanuniyê serok Donald Trump dest bi berevaniyê ji wî dike li pêş dadgeha lêkolîna civata sînatoran taybet bi împîçkirina wî.

Piştî kû rêberên dosêya împîçkirina serokî, demokratên civata nunerên kongirêsê sê rojan gotî dadgehê serok Trump desthelata xwe bikarînaye jibo qazanca xwe ya taybet.

Berevanîkirin ji serokî wê li rojên dûşem û sêşem bi domîne. Endamê tîmê yasayî Jay Sekulow got, ewê îdîayên li dijî serokî pşcbikin.

Li dawîya meha 12 par, civata nuneran serok Trump xetabarkir bi bikarînana xirab ya desthelata serokatiyê û alozkirina karê congirêsê di lêkolînê de.

Democrat dixwazin şahîd li pêş dadgeha sînatoran amade bin, lê komarî dibêjin, ew rênadin şahîdên kû nêzîkî serokî ne li pêş wê dadgeha sînatoran amade bin.

XS
SM
MD
LG