Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyekî Amerîkî li Çînê ji ber Vayrusa Korona Jiyana Xwe ji Dest Dide


Balyozxaneya Amerîka li Bêjîna paytexta Çînê got welatiyekî Amerîkî li bajarê Wuhan ê Çînê bi nexweşiya vayrusa korona mir, ku yekem kesê Amerîkî ye bi nexweşiyê dimre.

Balyozxaneyê îro Şemiyê di daxuyaniuyeke kurt de got Amerîkiyê ku nexweşê vayrusa korona bû, li nexweşûxaneyeke Wuhanê jiyana xwe jidest da.

Ji bo rêzgirtin li taybetmendiyên malbata kesê mirî, daxuyaniyê ti agahiyên zêdertir belav nekirin.

Çînê îro Şemiyê ragihand ku jimara kuştiyên vayrusa korona li Çînê gihîştiye 722 kesan.

Wê got di 24 demjimêrên borî de 3,399 haletên din ên nexweşiyê hatine dîtin û jimara giştî ya haletên nexweşiyê bo 34,546 kesan bilind kir.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG