Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Alîkarîya bo Filistînê bi Şûnde Vedikişîne


Karbidestên Amerîkî ragihand ku hin alîkarîyên ku bo Filistinê, ku di ser Neteweyên Yekbûyî (NY) re hatibû şandin, bi şûnde vekişandine.

Li gor daxuyanîya karbidestan ji alîkarîya bi qasî 125 mîlyon dolar, 65 mîlyon dolar bi şûnde hatiye sitandin.

Karbidestekî NY’ê da zanîn ku Filistînî di rewşeke zor de ne û biryara Amerîka dê zarareke mezin bide wî gelî.

Serokê Amerîk Donald Trump berê dîyar kiribû ku ger Filistîn hewildanên aştîya bi Îsraîlê re red bike, ewê alîkarîya ji ser wî welatî bibirin.

Serokê Filistînê Mahmud Abbad di civîneke de gotibû ku ewê êdî ti planên aştîyê yên Amerîka qebûl nekin.

XS
SM
MD
LG