Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Amerîkî Serdana Sînorê Meksîko Kiriye


Şandeyeke bi rêberîya Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî yê Amerîka Alejandro Mayorkas li sînorê Meksîko lêkolîn kir.

Di demên dawî de ji sînorê Meksîko derbazbûnên neqanûnî zêde bûne.

Qesira Sipî hefteya borî dîyar kiribû ku Serok Joe Biden ji karbidestên payabilind re gotiye ku serdana sînorê Meksîko bikin û ser rewişa wir raporekê hazir bikin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, karbidestên Amerîkî, ser sîstema koçberîyê û binesazîya li sînor peyivîne û bo qonaxeke bi bandor destpê bike danûstandin kirine.

Çaverê ye ku kesên dixwazin sînorê Amerîka derbaz bikin yek ji mijarên sereke yên hilbijartinên sala 2022’yan bin.

Hin şirovekarên sîyasî dibêjin dibe ku Serokê berê Donald Trump vê mijarê dijî Biden bikar bîne.

Trump bi hin peyaman dîyar dike ku ew dixwaze di sala 2024’an de bibe berbijar.

Senatorê Carolina Başûr Lindsey Graham, ku yek ji senatorên nêzî Trump e, ji Fox News’ê re dîyar kir ku ew mijara sînor di sala 2022’an de pirtir di rojevê de be.

Li ber e ku Biden di rojên pêş de bernivîseke ser koçberîyê bîne Kongresê.

Medya Amerîkî radigihîne ku bi wê bernivîsê rê vedibe ku di 8 salan de 11 mîlyon kes bibin hemwelatîyên Amerîka.

XS
SM
MD
LG