Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, 21 Kompanyayên Jêr Kontrola Îranê Xiste Lîsta Reş


Welatên Yekgirtî yên Amerîka, 21 kompanyayên ku ji alîyê hikûmeta Îranê ve têne kontrol kirin xiste lîsta reş, li gorî çarçoveya toleyên nû yên li hember wî welatî.

Daxuyanîya Wezareta Darayî Amerîka, Îran gunehbar kir, ku ligel kar anîna kompanyayan, hewil dide ku toleyên nû bişkîne û kiryarên xwe yên neqanûnî bidomîne.

Wezaretê dazanîn, di nav wan 21 kompanyan de, du bankayên Belarûsî, du kompanyayên berhemkarî ya Alman, kompanyayên madenî û endazyerî yên li Ewropa û Asya jî hene.

Qanûnên Amerîkî qedexe dikin ku Amerîkî û karsazîyên Amerîkî bazirganî ligel hikûmeta Îranê bikin.



XS
SM
MD
LG