Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

100 Hezaran Amerîkî di Meşekê de Daxwaza Kontrol Kirina Çekan Dikin


Bingeha Xwendina Peyvan li Washington di dema meşa li dij çekan de
Bingeha Xwendina Peyvan li Washington di dema meşa li dij çekan de

Roja Şemiyê bi 100 hezaran kes dê beşdariyê di meşa protestoyî de bikin, bi armanca ji hikûmetê bixwazin yasayên givaştî liser firotina çekan danin û kontrol liser çekan bihê bihêz kirin.

Meşa bi navê "Jibo parastina Jiyana Me"ya ku ji aliyê kesên ji qetlîama Dibistana Florida rizgar bûne, tê bi rêve birin, bûyera ku bûye sedemê aciz bûna xwendekar û malbatên wan li hemû Amerîka.

Tê çaverê kirin ku 500 hezar kes beşdarî meşa Washington DC bibin, ewê ji cada Pennsylvania ya nêzîkî Kongersê destpê bike.

Alfonso Calderon, yek ji xwendekarên dibistana Florida ya ku 17 kes di êrîşeka çekdarî de hatbûn kuştin yek ji beşda û amadekarên meşê pêşwext got "Ev pirsek herî giringe li vî welatî, dizanim ev ne xwesteka min bitenê ye, ev daxwaza we hemûyane jî".

Tê texmîn kirin ku roja Şemiyê ne bes li Washingtona paytext meşa li dij çekan bihê encam dan, tê texmîn kirin ku, 800 çalakiyên bi vî awayî li sernaserî Amerîka pêk bihên.

Tê gotin ku stêrka sînema Amerîkî George Clooney û xanima wî Amal Clooney beşdarî meşa Washington bibin û wan 500 hezar dolar pêşkeş kirine weke piştevanî bû çalakiyên li dij belavbûna çekan li Amerîka.

XS
SM
MD
LG