Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyona Hevbeş ya Hêzên Amerîka û Îraqî de 15 Çekdarên DAIŞ Hatin Kuştin


Balefireke Hêzên Amerîkî
Balefireke Hêzên Amerîkî

Rayedar dibêjin, di operasyoneke hevbeş de li dijî çekdarên DAIŞê li biyabana rojavayê welêt herî kêm 15 endamên DAIŞî hatin kuştin û 7 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Piştî 4 salan ji têkbirina çekdarên DAIŞê li seranserê Iraq û Sûriyê, hêzên Amerîkî şerê çekdaran kirine, lê ziyanên canî di vê operasyonê de ji yên berê zêdetir bûne.

Fermandariya navendî ya Amerîkî (CENTCOM) got ku çekdaran gelek "çek, cebilxane, bombe û kemberên xwekujî" hilgirtibûn, û hêzên Îraqî got ku operasyon li biyabana parêzgeha Enbarê pêk hat.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî got, "vê operasyonê serkirdeyên DAIŞê kir armanc ji bo wêrankirin û kêmkirina şiyana DAIŞê ya plankirin û rêxistinkirî, herwiha jibo ku nikar bin êrîşî ser sivîlên Îraqî, hemwelatîyên Amerîkî, hevalbend û hevkarên li herêmê û derve bikin." Herwiha got "Ti agahî derbarê ku zrar giha be sivîlan tune ne."

Artêşa Îraqê got ku "Di nav kuştiyan de serkirdeyên payebilind yên DAIŞê jî hene". Lê navên wan eşkere nekirin.

Dîsan got "Hemû sitartgeh, çek û piştgirîya lojîstîkî hatin wêrankirin, kemberên cebilxane bi ewlehî hatin teqandin, û belgeyên girîng, nasname û telefon hatin desteserkirin".

Karbidestekî Amerîkî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa Associated Press re ragihand ku di dema operasyonê de 5 leşkerên Amerîkî birîndar bûne û 2 leşkerên din jî di dema daketinê de di operasyonê de bi sivikî birîndar bûne. lê “Rewşa hemû leşkeran baş e." Wî got.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Operasyon roja Pêncşemê hatiye encam dan.

Heya niha nehat zanîn ku çima Amerîka piştî du roj ji operasyonê jinûve beşdarbûna xwe ragihand, Îraqê ragihand bû ku wan operasyon li dij DAIŞê pêkanîye bê ku behsa beşdarbûna hêzên Amerîkî bike.

Ev di demekî de pêktê ku berpirsên Îraqî li gel Amerîka di danûnastanidan de ne derbarê vekişîna hzên Amerîkî ji wî welatî ku 2500 leşkerên Amerîkî hêzjî li Îraqê hene û karê şêwirmendî û rahênan leşkerê Îraqî dikin.

Jêder: Dengê Amerîka/AP

XS
SM
MD
LG