Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Jibo Danûstandinên Ser Koreya Bakur Mêvandarîya Japonya û Koreya Başûr Dike


Alîkarê Wezîra Derve yê ji Asyaya Rojilat û Pasîfîk berpirs, Kurt Campbell

Amerîka, li Washingtonê danûstandinên payabilind ligel Koreya Başûr û Japonyayê dike ku Koreya Bakur jinûve bîne ser danûstandinên navokî ya şeş-alî.

Alîkarê Wezîra Derve yê ji Asyaya Rojilat û Pasîfîk berpirs, Kurt Campbell û nûnerê taybet yê jibo Koreya Bakur Glyn Davies dê mêvandarîya nûnerê serekî yê Koreya Başûr Lim Sung Nam û hevtayê wî yê Japon, Shinsuka Sugiyama bikin.

Wezareta Derve ya Amerîkî dibêje ku ev hevdîtin, beşekê ji danûstandinên destnîşankirî ye ku kêşeyên cîhanî yên curbicur gotûbêj bike ku nav wan de kêşeya Koreya Bakur jî heye.

XS
SM
MD
LG