Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkirên Amerîkî Piştî Çûn Bajarê Al-Raayî Her Zû Xwe Vekişand


Çavdêriya Sûriy û hind çavkaniyên Opozisyona Sûrî îro dan zanîn ku hejmarek leşkirên Amerîkî roja Înê gihane bajarê Al-Raayî yê Sûrî bi armanca hevkariyê, ya encamdana, êrîşên esmanî bo ser rêxistina dewleta Îslamî (DAIŞ)ê.

Çavkanî dibêjin leşkirên Amerîkî piştî demekê kurt xwe ji bajêr vekişand û ber bi sinorê Tikiyê ketin rê.

Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov dibêje leşkirên Amerîkî ji A-Raayî derketine lê hêjî ew di nav axa Sûriyê de ne.

Tirkiye bi armanca şerê DAIŞê meha borî hatbû di nav axa Sûriyê de û bajarê Cerablus kontrol kir bû, roja Înê leşkirên Tirk tevî hind gropên xwe bi opozisyona Sûrî didin naskirin û ji aliyê Tirkiyê de tên piştevanîkirin, roja Înê gihane Al-Raayî, hejmarek kêm ya leşkirên Amerîkî di gel de bûn.

Di tomareke Vîdeoyê de di tora Internêtê de hat weşandin û tê texmînkirin ku Video rast be, têde xweya dibe ku leşkirên Amerîkî ji bajar derdikevin û hind çekdarên li bajêr siloganên dijî Amerîka hildidin û gefên tundûtîjiyê li wan dikin.

Tirkiye hewil dide şervanên kurd ji sinorên xwe dûr bêxe û şer û pevçûn di navbera hêzên kurdan û gropên Tirkiye piştevaniya wan dike di qewimin, hêzên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) li Sûriyê bihêz şerê DAIŞ ê dikin û wek hevpeymanên Amerîka yên şerê li dij DAIŞê tên naskirin

XS
SM
MD
LG