Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Tirkiye Û Îraq Liser Musil Digehin Pêkhatinekê


Erdogan û Ash Carter

Ajansa Reuters ji Enqere ragihand ku piştî serdana wezîrê berevaniya Amerîka bo Turkiyê, civîn li gel serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogn pêk anîn, di civînê de behsa pirsa Musilê û beşdariya Tirkiyê di şerê Musil de yê li dij DAIŞê hatiye kirin.

Ash Carter jibo rojnamevanên ku, di gel de bûn, daye xuyakirin ku Tirkiye dê beşdariyê di şerê Musil de bike, Tirkiye û Îraq bi şêweke mebdayî gihane pêkhatinekê, lê beşdariya Tirkiyê dê raste rast ya leşkerî nebe, Tirkiyê ew maf heye bi şêwekî ji şêweyan beşdariyê di şerê Musil de bike û Îraq û Tirkiye gihane lihevhatinek destpêkî, weke Ash Carter dibêje.

Erdogan jiber mandila kirina rolê Tirkiyê û nebeşdarîkirina di şerê Musil de xemgînî û nerazîbûnên xwe anîne ziman, ev bibû sedema aloziyan di navbera Îraq û Tirkiyê de, Îraq bi goman li liv û tevgerên leşkerê Tirk li herêm di nêre û nerazîbûna xwe li hember hebûna leşkerên Tirk li bingeha leşkerî ya Başîkê anî ziman.

Tirkiye heta niha Musilê weke beşek ji Împîratoriya serdema Osmanliyan dibîne, Erdogan jî pir caran di daxuyaniyên xwe de tirsa şerê mezhebî li Musil aniye ziman û dibêje ew xemgînin jiber ku milîtanên Şia dema beşdariyê di şerê Musilê dê bikin ev dê bibe sedema şerekî mezhebî li wî bajarî ku piraniya xelkê wê Sinî mezhebin.

XS
SM
MD
LG