Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îdara Obama, Trump Dualî Dê Bernama Çavdêriya Saxlemiyê Gotûbêj Bikin


Kongiresa Nû
Kongiresa Nû

Serokê Amerîka Barack Obama roja Çarşemê dê li Kongrêsê amade bibe da ku, li hember endamên Kongirêsa Amerîkî bervaniya ji bernama çavdêriya Saxlemiyê bike ya ku bi navê (Obamacare) tê naskirin.

Herweha Mike Pence cîgirê Trump serokê hilbijartî dê amade bibe, ewê li gel endamên Komarî bernama dahatî û ajînda nû gotûbêj bikin.

Di vê civîna dualî de pirsa cedela liser bernama Obamcare û veguhastina hikûmetê ya Îdara nû li Qesra Spî mijara serkeye, ewê derbarê veguhastina Îdarê ji Obama bo Trump danûstnedinan encam bidin.

Di sala 2010 de dosiya Çavdêriya Saxlemiyê kete rojeva Amerîka dema demokrat piranî bûn di Kongrêsê û Sênatê de, herweha kontrola dewletê di dest Obama de bû, niha 20 vê mehê desthilat dikve destê Komariyan.

Dosiya Obamacare niha mijara dûberiyê ye di navbera Komarî û Demokratan de, di dema kampêna hilbijartinan de, Donald Trump gelek rexne li bernama Çavdêriya saxlemiyê ya bi navê Obamacare girt bûn û soz dabûn dema ew bibe serok, Obamacare nehêle û yek din li şûna wê bi afirîne.

Komarî dibêjin, ew bernamek nebaşe û xerciyên wê liser dewletê gelek in, lê Demokrat dibêjin Trump data û hûrgiliyên bernama xwe eşkere nekirine da ku, ew bizanin kanê bi çi awayî be.

Trump serokê hilbijartî îro berî civîn pêk bê, di Twîteke xwe de dibêje "Divê Komarî di balder bin, dema ku demokrat Obamacare qezenc bikin dê ev felaketek be", weke roja çarşemê Trump dinvîse.

Wek tê zanîn doh peyvdarê Qesra Spî Josh Earnest got bû "Obama dê danûstendinan li gel endamên Demokrat bike di Kongrêse de da ku çawaniya bervanîkrin ji hilandina Obamacare bihê kirin û li hember Komariyan rawestin.

Earnest herweha da zanîn ku serok Obama vekiriye li gel başkirina bernama Çavdêriya saxlemîyê eger Komarî bikarin bi bihayekê baştir dabîn bikin, ew jî dê piştevaniya wê bikin.

XS
SM
MD
LG