Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştrast Dike ku Bizavkar Chen Dixwaze ji Çînê Derkeve


Karbidestên Amerîkî dibêjin, wan piştrast kirîye ku bizavkarê Çînî yê nebîn (kor) Chen Guangcheng dixwaze bi malbata xwe re ji Çînê derkeve. Daxuyanîya Chen rojekê piştî ku ew ji balyozxaneya Amerîkî derçû hat.

Bizavkarê mafê mirovan Chen Guangcheng ji binçavkirina malê revîyabû û xwe spartibû balyozxaneya Amerîkî ku here welatekî din.

Peyîvdara Wezareta Derveyê Victoria Nuland roja Pêncşemê got, karbidestên Amerîkî bi Chen dipeyîvin ku bizanin bijareyên çawa li pêş wî hene. Chen Guangcheng vê gavê li nexweşxaneyekê ye, di bin kontrola hikûmeta Çînî ye.

Chen qayil bibû ku ji balyozxaneya Amerîkî derkeve, piştî rêkeftina bi hikûmeta Çînê ku ewlehîya wî garantî dikir. Lê, wî roja Pêncşemê ji rojnamevan re got, gef li malbata wî hate kirin û ew nêma bawer dike ku hikûmet dê soza xwe ya parastina ewlehîya wî bicîh bîne.

Karbidestên balyozxaneya Amerîkî dibêjin, ew dê bi hemî kanîna xwe alîkarîya Chen bikin, lê ew red dikin ku wan giwaştine li ser wî kirine ku balyozxaneyê biterkîne. Balyoz Gary Locke got, Chen dilxwaz û heyecanî bû ku ji balyozxaneyê derkeve û here ba malbata xwe.

Krîza Chen gefan li ser peywendîya Amerîka û Çînê dike û kombûna salane ya her du alîyan ku li Beijing'ê tê kirin, di bin sîya vê kêşeyê de destpê kir.

Xanim Hillary Clinton di gotara xwe ya vekirina Kombûna Ewlehîya Dîplomatîk de, qala Chen nekir, lê wê bang li Çînê kir ku mafên mirovan biparêze.

XS
SM
MD
LG