Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Serleşkerekî Artêşê li Amerîka Daxwaza Penaberiyê Dike


Saziyên ragihandina tirkiyê dibêjin, efserekî hêzên deriyayê yê di asta bilind de, bi armanca erekekî NATO di dema derbeya leşkerî de, li Amerîka bû, daxwaza penaberiyê kiriye, desthiladarên dewletê biryara girtina wî efserî stend bû piştî hewildana derbeya leşkerî ya neserkeftî li 15î Tîrmehê pêkhatî.

Ajansa Anadolu ya nêzîkî dewletê da xuyakirin ku, Admîral Mustafa Zeki Ugurlu di dema derbeyê de li bingeha NATO yê li eyaleta Virginia bi armanca erkekî leşkerî li wir bû, niha daxwaza mafê penaberiyê kiriye li Amerîka, dadgeha bajarê Izmîr dosiya lêpirsînê li dij efserê tirk daye vekirin, bi tawana têkiliya wî bi cemaate Fethullah Gulen re, yê ku dewlet wan tawanbarên sereke yên hewildana derbeyêdi bînin.

Ajans dibêje ji roja 22î Tîrmehê admîral Ugurlu bingeha Norfolk ya li Virginia bi cî hêlaye û heta niha ew nizanin li kîderê dimîne.

Heta niha ne zelale kanê Amerîka daxwaznama efserê tirk qebûl kiriye yan na, herweha Amerîka bi dawaza tirkiyê ya radestkirina kesatiyê tirk yê oldar Fethullah Gulen qaiyl nebûye.

Ji dema hewila derbeyê li tirkiyê heta niha bi sedan efser û admîralên artêşa tirk ji aliyê hikûmeta AKP de, hatin girtin û binçavkirin.

XS
SM
MD
LG