Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Amerîka Û Tirkiyê Jibo Derkirina DAIŞê ji Reqa Lihevkirine


Serokomarê Tirkyê Recep Tayyib Erdogan da zanîn ku Enqere û Washington di amadene bihevre kar bikin jibo derkirina çekdarên DAIŞê ji bajarê Reqa ya Sûrî ku weke paytexta Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê tê naskirin.

Piştî beşdariya di komcivîna welatên G 20 de û li dema vegeriyanê, serokamrê Tirkiyê R.T.Erdogan di balefirê de jibo rojnamevan axivî û da eşkerekirin ku ew li gel serokê Amerîka Barack Obama axiftiye û gihane encamekê kanê çi pêwîste bihê kirin da ku bi hevkariya herdû aliyan çekdarên DAIŞ ji Reqa bihên derkirin.

Lê Erdogan horgiliyên mijarê nedan eşkerkirin, bi tenê got dê di danûstendinan de liser bihê rawestîn kanê çi girnge di vî warî de bihê kirin.

Erdogan got" Pêwîste em tesbît bikîn ku em li herêmê hene û pêngavan paşde nehavêjîn, eger weha nebe dê DAIŞ, PKK, YPG û PYD li herêmê xwe bicih bikin" weke Erdogan dibêje.

Wek tê zanîn bajarê Reqa li bakurê Sûriyê ye liser ava Firat, li sala 2013an ji aliyê gropên Îslamî yên radêkal de hatbû kontrol kirin, ji sala 2014an dema ku rêxistina terorist ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) gelek herêmên Îraq û Sûriyê dagîr kir bûn, Reqa weke paytexta dewleta xwe ragihand bû.

XS
SM
MD
LG