Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Bersiva Nama Amerîka Dide


Hulusi Akar wezîrê Tirkiyê yê berevaniyê
Hulusi Akar wezîrê Tirkiyê yê berevaniyê

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, roja Pêncşemê agahiya dawî ya Amerîka bo kirîna sîstema S-400 ya Rûsî bersiv da û got, hişyar kirina Tirkiyê ji aliyê Amerîka de, ya destberdan ji kirîna S-400 heta 31î meha Tîrmehê weke dema dawî bi "neguncayî" li qelem da.

Patrick Shanahan, wezîrê Berevanî yê Amerîk yê kar birêveber hefteya derbasbûyî namek ji Tirkiyê re şand bû ew aghedar kirbû ku dema herî dawî bo Tirkiyê dest ji kirîna S-400 berde roja 31î meha Tîrmehê ye, di nama Amerîkî de hatbû dema ku li gor dema diyar kirî Tirkiye tev negere dê pîlotên wê yên niha li Amerîka rahênan encam didin dê bihên derkirin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê di têkiliya telefonî de li gel Patrick Shanahan, agahiya dema herî dawî axiftin kirin û wezareta berevaniya Tirkiyê li ser wê daxûyaniyek weşand û hat gotin ku, serederîya Amerîka ya di pirsa S-400 û girêdana wê bi firokên F-35 nerast wesif kir û got "ew li gel giyanê hevpeymaniya NATO hev nagirin". Herdu berpirs bi rêya telefonê pirsa bernama F-35 jî behis kirine û li hev hatine ku danûstendinên derbarê bernamê dom bikin.

Li aliyek din her îro, Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de da zanîn ku peymana ser S-400 hatiye îmza kirin û ewê di meha pêş de sîstema berevanîyê ji Rûsya wergirin.

Ev çendîn meh in, têkiliyên herdu hevpeymanên NATO aloz bûye, ji ber kirîna Tirkiyê ya sîstema S-400 ji Rûsya, Amerîka û hevparên din yên NATO naxwazin sîstema S-400 ya Rûsî bikeve destê Tirkiyê da ku ewlekarîya çekên welatên NATO nekeve di metirsiyê de.

XS
SM
MD
LG