Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka xwe amade diket da balyozxana li Lîbya veketeve


Amerîka xwe amade diket da balyozxana li Lîbya veketeve

Amerîka xwe amade diket da balyozxana xwe li Terablisê paytextê Lîbya veketeve, li demê ku NATO dibêjît ew dê kiryarêt xwe li wî welatî heta sê heyvêt dî berdewam ket.

Balyozê Amerîkî Gene Cretz vegeryayev Terablisê ku Amerîka libere roja Pêcşembî alayê xwe heldeteve.

Cretz heta heyva dwazde li Terablisê bu. Ew ji wî welatî derkeft piştî WikiLeaks têbîniyêt wî li ser Moammar Gezafî belav kirîn ku behsê jiyana wî kirbu û gotibu ku miroveke her dem tête guhartin,yê rêk û pêk bu.

Di wextekê da ku hêzêt ser bi rêzdar Gezafî hêşta li bajêkrokê wîne, Sirte û li hindek cihêt dî yêt stratîcî, serokê hêzêt NATO Anders Fogh Rasmussan roja Çarşembî got hêzêt hevalbendiyê dê berdewam bin li ser kiryarêt xwe hindî ku pêdvî bît.

XS
SM
MD
LG