Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Xwe Digihîne Hevalbendên Sûrîyê li Rûsya


Wezîra Derve ya Amerîka, Hillary Clinton

Karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, Washington xwe gihandiye girîngtirîn parêzger û hevalbenda Sûrîyê, Rûsya, jibo palpiştina wê ku hewldaneke hevbeş bikin bi mebesta çareserkirna nakokîya heyî li demekê ku tundûtûjî derbasî Libnanê dibe.

Li gorî vî karbidestê girîng yê Wezareta Derve, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton ev rewş ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov roja Şemîyê bi riya telefonê giftûgo kir.

Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, herdu alîyan li hev kirn ku bi hev re kar bikin. Wî her wiha got, nameya Clinton ji Lavrov re da xuya kirin ku divê ew dest bi karekî hevbeş bikin jibo alîkarîya gelê Sûrîyê bi stratejîyeke cidî ya veguhestina siyasî.

Clinton got, divê karbidestên Amerîkî û Rûs bi awayekî diplomatîk bi hev re bixebitin jibo pêkanîna hizr û ramanan çi li Mosko an Washington an New York an çi devereke din be.

Berî axaftina telefonê bi rojekê, xanim Clinton gotibû, Ew bawer dike Rûsya çek derbasî Sûrîyê kirine û vê yekê jî rejîma Esed bihêztir kiriye.

Li alîyê din, Rûsya red kir ku piştgirîya çi livê bike eger bibe sedema destkarîyeke biyanî li Sûrîyê, ku hevalbenda herî dawî ye ya Mosko li Rojhilata Navîn. Rûsya û Çînê du caran mafên xwe yên veto bikar anîne jibo Sûrîyê ji sizayên NY biparêzin.

Helwesta Mosko ya nêzîkî hikûmeta sûrîyê beşeke ji peywendîyên wê yên stratejî û bergirî ligel Şamê, di nav de firotina çekan.

Hemdem, pevçûn navbera piştgir û dijberên hikûmeta Sûrîyê li bakurê Libnanê pêk hatin. Li gorî karbidestên ewlekarîyê li Libnan, bi kêmanî heşt kes di pevçûnên dawîya Înê û destpêka Şemîyê de hatin kuştin.

Duman ji çend apartmenan li Kolana bi navê Sûrîyê li Terablus bi asmanî ket. Ev kolan jî xêzeke cihbir e nav taxa Bab Tabbaneh ya bi giştî Sunnî ye û taxa Jabal Mohsn ku piranî Elewî ye.

Pevçûnên berdewam li bajarê Terablus, ku duwem mezintirîn bajare li Libnanê ye, bandora nakokîyê li Sûrîyê, tirsa bilindbûna asta tansyona tayifî li Libnanê derdixe holê.

Libnan û Sûrîyê peywendîyên siyasî û tayifî yên tevlihev hene, ku bi hêzanî gûr dibin. Şerekî din meha borî li Terablusê bû egera kuştina heşt kesan.

Ji kerema xwe li vê raporê bi dengê Sîrwan Qiçço guhdarî bikin. Lînka dengî li destê rastê ye.

XS
SM
MD
LG