Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Balafira Leşkerî ya Amerîkî li Îraqê Ket Xwar


Berpireskî wezareta berevaniya Amerîka da zanîn ku, balefirek leşkerê Amerîkî li Îraqê ketiye xwar, taxima wê ya ku 4 kesan pêk dihat hatine rizgarkirin.

Li gor berpirsê Pentagonê ziyanên giyanî nebûne, kesên di firokê de di demek kurt de hatine qurtalkirin, herweha berpirs dide zanîn ku ew dûr dibînin Firoke rastî êrîşekê hat be.

Roja Sêşemê fermandarê çalakyan di leşekerî deryayî yê Amerîkî de John Richardson jibo rojnama Washington Post dabu xweyakirin ku, Firokek leşkerê Amerîka li Îraqê bi pirsgirêkek teknîkî ketiye xwar, lê balefirên Helikopter yên Amerîkî gihane cihê bûyerê û taxima Firokê hatiye rizgarkirin, bê ku ziyanên giyanîê hebin.

Berpirsê leşekrê Amerîkî Richarson jibo rojanamê dide zanîn ku, firokên Helikopter yên Amerîkî ji Hewlêr li hewara wan çûne û ew rizgar kirine.

Richadson dibêje di demek pir baş de taxim hatiye rizgarkirin, piştî agahiyên ketina firokê bi 4 deqîqan taxim ji cihê bûyerê hatiye rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG