Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bilindtirîn Fermandarê Amerîkî li Afganistanê Daxwaza Pirtirkirina Hêzên Amerîkî Dike


General John Nicholson

Bilindtirîn fermandarê Amerîkî li Afganistanê, General John Nicholson îro derket pêş Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Senatoran û ser rewşa dawî peyîvî.

General Nicholson got ku şer giheştiye asteke ku hêzên Afganî yên bi piştgirîya Amerîka û Talîban û grubên din nikarin hevdû têk bibin.

Wî got ku jibo şikandina rewşa asêbûyî divê çend hezar leşkerên nû tev li 8,400 hêzên şerker yên Amerîkî bin ku vê gavê li Afganistanê ne.

Nicholson di hazirbûna Senato de bersîva pirsên senatoran yên derbarê plana rêvebirîya Trump ya ser şerê li Afganistanê da.

Nicholson got ku pirtirkirina kanîna êrîşkirinê di guhertina rewşa heyî de xwedîyê roleke girîng e û divê pitir leşkerên Amerîkî ji Afganistanê re bêne şandin ku di karên hînkirin, şêwirmendî û alîkarî de piştgirî bidin Hêzên Taybet yên Afganî û Hêzên Esmanî.

XS
SM
MD
LG