Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Leşkerên Xwe yên li Afganistanê di Îlonê de Vekişîne


Serokê Amerîka Joe Biden dê 11’ê Îlonê de leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê vekişîne.

Ew dema vekişînê li salvegera 20’an ya êrîşa El Qaydê ya li Amerîka rast tê.

Çaverê ye ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Berevanî Lloyd Austin, roja Çarşemê li Brukselê hevalbendên xwe yên NATO ser vê biryarê agahdar bikin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê jêderên dîplomatîk ragihand ku vekişîn dê di ser hin garantîyên bo ewlekarî û mafên mirovan re çêbe.

Rêvebirîya Serokê berê Donald Trump bi Talîbanê re li hev kiribû ku leşkerên Amerîkî di 1’ê Gulanê de vekişin.

Ger Biden biryara vegerandina leşkeran piştrast bike dê bi awayî bernameya vekişînê biguhere.

Talîbanê meha borî dîyar kiribû ku ger vekişîn ji 1’ê Gulanê derbaz be ewê jinûve dest bi êrîşên dijî yekîneyên bîyan bike.

Rêvebirîya Trump di Sibata 2020’an de li Doha ya paytexta Qatarê bi Talîbanê re li hev kiribû.

Li gor lihevkirinê, bi şertê ku Talîban êrîşan li dar nexe, leşkerên Amerîkî dê di 1’ê Gulanê de bihatana vekişandin.

Karbidestên rêvebirîya Biden di rojên dawî de de dîyar dikirin ku li Afganistanê girjî jinûve gur bûye û didan zanîn ku ew rewiş vekişîna di 1’ê Gulanê de dijwar dike.
Li gor hejmarên fermî, li Afganistanê 2500 leşkerên Amerîkî hene.

XS
SM
MD
LG