Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê 10 Mîlyon Vaksînên Din Bişîne Afrîqa


Qesira Sipî ragihand ku Amerîka dê ji Nîjerya û Afrîqaya Başûr re bi qasî 10 mîlyon vaksînên vîrusa korona bişîne.

Nîjerya û Afrîqaya Başûr du welatên qelebalix yên Afrîqa ne û bi pêla sêyan ya vîrusa re rûbirû mane.

Karbidestên Qesira Sipî dîyar kirin ku ji Nîjerya re 4 mîlyon dozên vaksîna Moderna û ji Afrîqaya Başûr re jî 5,66 mîlyon vaksîna Pfizer dê werin şandin.

Bi vê alîkarîya dawî re hejmara vaksînên ku Amerîka ji Afrîqa re şandine dê 16 mîlyonan derbaz bike.

Nifûsa Afrîqa pirtir ji 1,3 mîlyar e û li wir heta niha bi tenê 60 mîlyon doz vaksîn hatine karanîn.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku bo dawî li pandemîya vîrusa korona were divê welatên li seranserê cîhanê vaksînên bi dest xwe xin.

Serokê Amerîka Joe Biden di meha Gulanê de gotibû ku ewê ji welatên cîhanê re 80 mîlyon vaksîn bişînin ku bi alîkarîya dawî ya bo welatên Afrîqa re ew hejmar tê derbaz kirin.

Biden di meha Hezîranê de jî dîyar kiribû ku ewê ji 92 welatên xizan û Yekîtîya Afrîqa re 500 mîlyon dozên vaksîna Pfizerê bişînin.

Karbidestên Qesira Sipî dibêjin ku şandina wan vaksînan dê di meha pêş de destpê bike.

XS
SM
MD
LG