Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 1500 Leşkerên Din Dişîne Almanya


Leşkerên Amerîkî li Almanya

Artêşa Amerîka ragihand ku dê 1500 leşkerên din li Almanya bi cîh bike.

Fermandarîya Ewrupa ya Artêşa Amerîka bi daxuyanîyekê dîyar kir ku dê leşkerên nû heta Îlona 2020’an li Almanya bi cîh bibin.

Di daxuyanîyê hat gotin ku Amerîka girêdayî NATO ye û bi zêdekirina leşkerên li Ewrupa dîyar dike ku piştgirîyê dide ewlekarîya Ewrupa.

Balyozê Amerîka li Berlînê Richard Grenell dîyar kir ku Amerîkî dixwazin ku Tifaqa Transatlantîk xurt bikin.

‘’Serok Trump dîyar kiribû ku dê berevanîya Amerîka xurt bike û ew nîşan dide ku tifaq jî êdî hin xurttir e’’ Grenell got.

Wezîra Berevanî ya Almanya Ursula von der Leyen bo biryara Amerîka razîbûna xwe got.

Leyne da zanîn ku biryara Amerîka bo geşbûna peywendîyên Transatlantîk hêvîyan çêdike.

Li Almanya niha 34800 leşkerên Amerîkî hene.

XS
SM
MD
LG