Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Biryara Tirkîyê ya Ser Ayasofya Bertek Nîşan Da


Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku jiber biryara hikûmeta Tirk ya ser guherandina statuya Ayasofya xeyalên wan şikestine.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ser Ayasofya daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

‘’Jiber biryara ser guherandina statuya Ayasoyfa xeyalên me şikestin. Ew avahî, jiber dîroka xwe ya çandî ya dewlemend di Lîsteya Mîratên Cîhanê ya UNESCO de ye û yek ji parçeyên girîng yên cîhên dîrokî yên Stenbol e.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Di daxuyanîyê de bi berdewamî hat gotin ku divê hikûmeta Tirk rê li ber serdanên Ayasofya negire û ew li benda gavên wisa ne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku ewê Ayasofya di 24'ê Tîrmehê de bi nimêja Înê bo îbadetê vekin.

XS
SM
MD
LG