Serokê Amerîka Donald Trump piştî civîna bi Serokwezîra Brîtanya Theresa May re pirsên rojnamevanan bersîvandin.
Trump da zanîn ku Amerîka û Brîtanya hevalbendên herî rind yên cîhanê ne.
Wî dîyar kir ku Theresa May bo Brexitê xebatên baş kirine û got ku divê Brexit çêbe.
Serokê Amerîka bi berdewamî got ku May divê ser Brexitê dozê li Yekîtîya Ewrupa (YE) veke.
Thresa May, ku kêşeya Brexitê çareser nekiribû û karvekişîna xwe ragihandibû, roja Înê dê dest ji kar berde.