Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand ku Washingtonê fikra fermî ya ser avahîyên Cihûyan yên li Kenara Rojava guherandiye.
Pompeo da zanîn ku ew avahîyên Îsraîlê li gor Amerîka ne dijî hiqûqa navneteweyî ne.
Rêkeftina Hansell ya 1978’an ya Wezareta Derve ya Amerîka dîyar dikir ku avahîyên Îsraîlê yên li Kenara Rojava dijî hiqûqa navneteweyî ne.
Serokê Amerîka Donald Trump ameje dikir ku ew nêrîna Amerîkîyan bo herêmê ti çareserîyê çênake.
Mike Pompeo jî bi preskonferansê da zanîn ku dijberîya bo avahîyên Cihûyan yên li Kenara Rojava ti kar li aştîyê nekiriye.
Wî dîyar kir ku wan ser statuya Kenara Rojava ti biryar nedaye û divê Îsraîlî û Fîlîstînê bo wê danûstandinê bikin.
Şîroveyan bibîne
Already have an account? Log in
Not a registered user? Navê xwe binivîse
Pirtir şîrove bar dike