Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Amerîka û Çînê li Berlînê Civîyan


Willerson û Wang
Willerson û Wang

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro Înê bi hevtayê xwe yê Çînî Wang Yi re hevdîtinek kir û ji wî xwest ku derbarê ceribandinên balîstîk û navokî yên Koreya Bakurî, giwaştinan li wî welatî bike.

Cara yeke ye ku hevdîtineke wiha payabilind di navbera Amerîka û Çînê de pêk tê, piştî ku rêvebirîya nû ya bin Serok Donald Trump dest bi kar kir.

Peywendîya her du alîyan hinek aloz bû, piştî ku Serok Trump berevajîya sîyaseta “Yek Çîn”ya Washingtonê, peywendî bi Taywanê kiribû û Pekînê jî nerazîbûneke xurt li hember wê nîşan dabû.

Serok Trump dû re telefona Serokê Çînê Xi Jinping kiribû û dubare kiribû ku rêvebirîya wî dê sîyaseta “Yek Çîn” bidomîne û Tawanê wek welatekî serbixwe nanase.

Berdevkê Wezareta Derve yê serkar Mark Toner got ku Tillerson û Wang, wek daxwaza her du rêberên xwe civîyan ku hevkarîya heyî xurtir bikin.

XS
SM
MD
LG