Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Ser Danûstandinên bo Bazirganîya Amerîka û Çînê Geşbîn E


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi rêka vîdeo-konferansê beşdarî Hilcivîna Davosê bû.

Pompeo dîyar kir ku ew ser hevdîtinên plankirî yên bi Çînê re geşbîn e.

Wî da zanîn ku Çîn li hember cîranên xwe ‘’êrîşkar û zordest’’ e û bi berdewamî dîyar kir ku ger Pekîn ji ji bazirganîya adil û vekirî re rêzê bigire ewê kêşeyên di navbera Washington û wî welatî de çareser bibin.

‘’Hin kes dibêjin ku ewê bêguman di navbera du hêzên mezin de pevçûn çêbe, bes em wisa nabînin’’ Pompeo got.

Danûstandinên bazirganîyê yên nû yên bi Çînê re dê di 30-31’ê Rêbendanê de li Washingtonê li dar kevin.

Pompeo da zanîn ku ew dê ‘’bi awayekî baş’’ pêşwazîya Çînîyan bikin û ji hevdîtinan encamên erênî derxin.

Serok Donald Trump hefteya borî gotibû ku danûstandinên bazirganîyê yên bi Çînê re rind didomin.

XS
SM
MD
LG