Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Karbidestên Leşkerî yên Amerîka û Çînê Axifîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestekî payabilind yê Pentagonê bi berpirsên artêşa Çînê re axifîye.

Bi vî awayî ji destpêka seroktîya Serok Joe Biden vir ve cara pêşî karbidestên leşkerî yên Amerîka û Çînê peyivîn.

Karbidestê ku nexwest navê wî were eşkere kirin dîyar kir ku karbidestên Çînê bo danûstandineke ewle ya bi rêka vîdeo konferansê xeta telefonê ya berevanîyê bikar anîne.

Wî karbidestî dîyar kir ku berpirsên Çînê di axaftinê de bala xwe dane ser birêvebirina rîsk û krîzan.

XS
SM
MD
LG