Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Somalî Êrîşên Esmanî Dibe Ser DAIŞ'ê


Wezareta Berevanî ya Amerîka îro Înê bi daxuyanîyekê ragihand ku Amerîka li Somalî dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîşên esmanî yên pêşî li dar xistine û ‘’jimareke terorîstan’’ hatine kuştin.

Fermandarîya Afrîka ya Pentagonê dîyar kir ku êrîşa esmanî ya yekê bi demjimêra herêmî di 9’ê êvarê ya 3'ê Mijdarê de hatiye li dar xistin.

Wezaretê di daxuyanîyê de da zanîn ku êrîş bi hevkarîya hikûmeta Somalî hatine li dar xistin.

Berpirsên Somalî dibêjin ku dibe ku di êrîşan de fermandarên payabilind ya rêxistina terorê hatibin kuştin.

Şêx Evdilqadir Mumin, ku yek ji rêberên El-Şebab ya li bakurê rojhilata Somalî ye, di 2015’an dîyar kiribû ku girêdayî rêberê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî ye.

Wezareta Derve ya Amerîka, Mumîn di sala 2016’an de xistibû lîsteya terorîstên navneteweyî.

XS
SM
MD
LG