Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Post: Amerîka 40 Çekdarên DAIŞ'ê ji Herêma Operasyonê Derxistin


Rojnameya Washington Post ragihand ku Amerîka berî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê 40 çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji girtîgehên Kurdan derxistine û xistine bin kontrola xwe.

Karbidestên Amerîkî dîyar dikin ku wan bo çekdarên DAIŞ’ê ji girtîgehên di destê Kurdan de nerevin, gaveke wisa avêtiye.

Di nav wan girtîyên DAIŞ’î de, du kujerên dîlgirtîyên Amerîkî û welatên Ewrupî jî hene.

Rojname dide zanîn ku çekdarên bi navê Alexanda Kotey û El Shafee Elsheikh veguhastine Îraqê.

Serokê Amerîka Donald Trump do Çarşemê gotibû ku ewê hin çekdarên DAIŞ’ê ji herêmê vekişinîn.

XS
SM
MD
LG