Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranserê Amerîka 4000 Kes Hatin Desteser Kirin


Protestoyên bo George Floyd yê reşik, ku li Minneapolisê dema ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin jîyana xwe ji dest dabû, didomin.

Medya Amerîkî dide zanîn ku di protestoyan de heta niha 4000 kes hatine desteser kirin.

Jiber protestoyan Washington ya paytext jî di nav de li jimareke bajaran qedexeya derketina derve hat ragihandin û Zerevanîya Neteweyî (National Guard) hat erkdar kirin.

Li Minneapolisê tevî qedexeyên derketinê jî Amerîkî daketin qadan û bi polîsan re pev çûn.

Di protestoyên li New Yorkê de, 30 polîs birîndar bûn û 300 xwepêşander hatin desteser kirin û ku di nav de wan de keça Bajarvanê New Yorkê Bill de Blassio jî hebû.

New York Times ragihand ku Chiarra de Blasio jiber ku nehiştiye ku sûkeke li Manhattanê vala bibe hatiye desteser kirin. De Blassio piştre hat berdan.

Li Santa Monica hinek dikan hatin talan kirin. Berî talanê, xwepêşanderan bi awayekî aştîyane nijadperestî protesto kirin.

Li Los Angelesê camên dikanên mezin hatin şikênastin.

Li Washington ya paytext jî xwepêşanderan li nêzî Qesira Sipî agir vêxistin. Polîs bo xwepêşanderan belav bike gaz karanî.

Li Bostonê bi giştî protestoyên aştîyane li dar ketin, lê li herêmekê maşîneyeke polîsan hat şewitandin.

Li Miami bi sedan kes bi hev re meşîyan û slogana ‘’Ger dadmendî tune be aştî jî tune’’ gotin.

Li Atlanta, Philadelphia, Denver, Cincinnat, Portland, Chicago, Seatle û Dallasê jî bi sedan kesan protesto li dar xistin.

XS
SM
MD
LG