Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Operasyona Efrînê Tirkîyê Careke Din Hişyar Dike


Adrian J.T. Rankine-Galloway

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka Adrian Galloway, Tirkîye careke din ser operasyona Efrînê hişyar kir.

Galloway da zanîn ku dibe ku hêzên li qadê ji cengê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) vekişin û ewê bi awayekî rind li vê yeke nenêrin.

Galloway da zanîn ku divê gefa DAIŞ’ê ji holê rabe û ew jî bi têkoşîna dijî wê rêxistinê pêkan e.

Berdevkê Pentagonê da zanîn ku jiber ku li Efrînê tundûtûjî zêde bûye ketine fikaran û operesyona wê li herêmê bala li ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê belav dike.

Galloway bi bîr xist ku bajarên li rojhilata Çemê Feratê, piştî têkbirina DAIŞ’ê, niha bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îstiqrara xwe çêdikin.

XS
SM
MD
LG