Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Hin Peywendîyên Amerîka û Ewrupa Qels Bûne


Stoltenberg û Trump

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bo tifaqa leşkerî piştgirî xwest.

NATO, jiber siyaseta Serokê Amerîka Donald Trump, ku dibêje ‘’Berê Amerîka’’ di rojên zor re derbaz dibe.

Stoltenberg da zanîn ku ti kes nikare tifaqa NATO heta hetayê misoger bike, lê got ku ‘’Ez bawer dikim ku em dikarin berevanîya vê tifaqê bikin’’

Jiber bazirganî, guherîna îqlimê û peymana navokî ya bi Îranê re di navbera Amerîka û Ewrupa de nakokî çêdibin.

Stoltenberg li Londonê da zanîn ku ew dibînin ku hin peywendîyên Amerîka û Ewrupa qels bûne lê ‘’domandina hevkarîka Transatlantîk bo berjewendîya wan e.’’

Stoltenberg dîyar kir ku jiber teror, belavbûna çekên koman dikujin û êrîşên înternetê li seranserê cîhanê ewlekarî kêm bûye.

Stoltenberg da zanîn ku divê sazîyên pirneteweyî werin parastin û dîyar kir ku divê ew alîgirê pergala bi hiqûqa navneteweyî bin.

Sekreterê Giştî yê NATO got ku tevî ferqên di navbera Amerîka û Ewrupa de jî, NATO yekîtîyê çêdike û wan berê jî li hember cihêbûnê yekîtî parastiye.

XS
SM
MD
LG